Mehmet Kaya: Peywendiyên Kurdistan û Tirkiyê pêş bikevin bazirganî jî dê zêde bibe

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî dê banoreke erênî li bazirganiya navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê bike û tekez kir ku pêşketina peywendiyên herdu aliyan dê bazirganiyê jî pêş bixe.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya beşdarî bultena Rûdaw TV bû û serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û bandora wê li ser bazirganiya navbera herdu aliyan nirxand.

Mehmet Kaya ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî dê banoreke erênî li bazirganiya navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê bike û got, eger peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê berfirehtir bibin, dê hem asta bazirganiya me zêdetir bibe û hem jî dê pirsgirêka bêkariyê kesên ku diçin wê derê kar dikin çareser bibe.

Kaya amaje bi berdewamiya têkiliyên aborî û bazirganiya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de kir û diyar kir, qebareya bazirganiya navbera herdu aliyan ne weke berê ye û bi taybet piştî referandumê daketiye. Kaya got, Tirkiye ku pêştir hertim di rêza sêyem a şirîkê bazirganiyê yê Iraqê de dihat, niha daketiye pileyên heftem û heştem.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê tekez kir ku Herêma Kurdistanê girîngtirîn partnera bazirganî ya Tirkiyê ye û diyar kir ku wan di hevdîtinên xwe yên li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de tekezî li ser asayîkirina rewşê û rakirina astenên li pêş bazirganiyê kirine.

Mehmet Kaya diyar kir ku bi daketina hinardekirinê li Tirkiyê gelek kargeh hatin girtin û got, “Ji sedî 65ê hinardekirina Amedê bo Herêma Kurdistanê ye. Li gor 3 salên derbasbûyî ji sedê 40 kêmbûnek heye. Eger peywendiyên siyasî asayî bibin û asteng bên rakirin, ew kargehên li Tirkiyê yên bazirganiyê li gel Iraqê dikin dê geş bibin û hinardekirin dê zêde bibe. Kargehên hatine girtin jî dê dîsa vebin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê tekezî li ser wê jî kir ku hindî tifaqa AK Partiyê li gel MHPê berdewam be egera nêzîkbûna Kurdan li AK Partiyê lawaz e.

Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Serokkomarê rejîma Îranê Îbrahîm Reîsî canê xwe ji dest da
Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir