Mehabad- Pasdaran bi mûeşekekê otomobîlek kirin armanc û 4 kes kuştin

Ligor zanyariyan beriya bi 2 rojan li bajarê Mehabadê, spayê pasdaran Îranê bi mûşekan li otomobîlekê dane û 4 kesên di nava otomobîlê de kuştine.

Îro roja sêşemê 22.09.200an Malpera Rêxistina Malpera Mafê Mirov a Hengawê di raportekê de belav kiriye  roja yekşemê 20.09.2020an li nêzîkî gundê Konedê yê Mehabadê otomobîlek ji aliyê spayê pasdaran bi mûşeka ARPC hatiye armanckirin û di encamê wê êrîşî de 4 kesên di otomobîlê de mirine.  

Ligor çavkaniyeke agahdar ji Hengawê re aşkere kiriye ji wan 4 kesên di otomobîlê de mirine 3 kes jê endamên partiyeke hizbeke Rojhilatê Kurdistanê bûne. Lêbelê heta niha ti hizbeke Rojhilatê Kurdistanê derbarê wê bûyerê de ti daxuyanî belav nekiriye.

Hengawê belav jî kiriye pasdarên Îranê termê 4 kesên di otombîlê de mirine nedaye malbata wan û ew term wenada kirine.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin