Mazlûm Kobanî: Nemir Barzanî rêberê şoreşa kurdan bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî di hevpeyvînekê da ligel televîzyoneke Amerîkayê dibeje Nemir Mela Mistefa Barzanî rêberê şoreşa kurdan bû.

Piştî bi dawîbûna desthilata DAIŞê li Sûriyê televizyona Elhurre ya Amerîkayê ligel Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî hevpeyvînek kiriye û hevpeyvîn di 1ê Nîsanê da belav bûye.

General Mazlûm Kobanî di beşeke hevpeyvîna xwe de behsa Nemir Mela Mistefa Barzanî kiriye û gotiye yekem kesê pirsa kurdî bi cîhanê daye nasandin Mela Mistefa bûye û Nemir Barzanî rêberê şoreşa kurdan bûye.

Herwiha General Mazlûm Kobanî herwiha beha Şoreşa Îlonê rêkeftina Nemir Mela Mistefa a ligel Bexdayê 11ê Adara 1974an jî kiriye û gotiye rejima Iraqê beramber Nemir Mela Mistefa Barzanî durist nebûye û ew rêkeftin bi cî aniye.

Serkirdeyê leşkerî yê Rojavayê Kurdistanê General Kobanî herwiha daye zanîn ku di encama şoreş û tevgara rizgarîxwaziya kurdî a Nemir Mela Mistefa Barzanî pêşengî lê dikir gelek destkeftiyên dîrokî bo kurdan bidest xistine.

Di destpêka hevpeyvîna xwe da General Mazlûm Kobanî rexne li hêzên hevpeymaniya navdewletî kiriye û gotiye hêzên hevpeymaniya navdewletî di serdema xwe da Nemir Mela Mistefa Barzanî bi cî hiştine û ew çaverêyî wê yekê jî dikin ku hêzên hevpeymaniya navdewletî rojekê leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşînin.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan