Mano Xelîl çîroka zarokekî Kurd dike fîlm

Derhênerê sînameyî yê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl dixwaze bi rêya fîlma xwe ya bi navê “Cîran” jiyana Kurdan a jêr destilatdariya Beasî bide nîşandan.

Derhênerê sînameyî yê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl dixwaze bi rêya fîlma xwe ya bi navê “Cîran” jiyana Kurdan a jêr destilatdariya beesî bide nîşandan.

 

Derhênerê Kurd Mano Xelîl ku heta çend xelatên navnetewî wergirtiye, niha jî mijûlê tomarkirina fîlmekê dibe.

 

Fîlma Mano Xelîl a bi navê Cîran, behsa  zarokekî 7 salî dike ku bi xewnên xweş li gundê xwe yê ser sînor diçe dibistanê, lê mamostayê wî yê ji Şamê bi kiryar û helwestên xwe yên nijadperestî xewnên wî tune bike. Mano dixwaze, bi kurtî ji cîhanê bêje, Kurd li Sûriyê di serdemê Bees de çawa dijina, çi hat serê wan.

 

Mano Xelîl da zanîn ku ev fikir  berî 25 salan di serê wî de bû û got, ji 20 welatan akter beşdar dibin, hunermendên navdarên sûrî jî yên weke Egîdê Bab El Hare Samer Mesrî , Cîhad Ebdo, Mezin Natûr û aktera Berazîlê Tunik Diwîk, beşdar dibin.

 

Filimê Cîran ku êşa 50 salî ya Kurdan li Sûriyê ye, êşa înkarkirin, çewsandin, derkirin, penaberîkirin, tunekirina xewnên asayî yê mirovan e, biryar e 10ê îlona 2019 dest bi kişandina dîmenên xwe were kirin û di bihara 2020an jî biqede.

 

Ev filim bi sponseriya kompaniya Fraym ya Siwêsrî ye û Wezareta Çandê ya Siwêsra têde beşdar dibe.

 

Mano Xelîk xelkê Qamişlo ye û ev demeke dirêje li Siwêsrayê dijî di gelek festîvalên navdewletî de hatiye xelatkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!