Malbatekê navê zarokên xwe kirin: Barzanî, Mesûd, Nêçîrvan û Kurdistan

.

 Bav û dayîkeke ji Kobanî 4 zarokên wan bi hev re çêbûn, navê wan kirin Kurdistan, Barzanî, Mesûd û Nêçîrvan.

Li paytexta Sudanê bajarê Xartoumê duh roja Şemiyê 1ê Gulana 2021ê, sê kur û keçeke Elî Enwer Temo û Felek Mistefa Husên bi hev re hatin dinyayê û wan navê hersê kurên xwe kirin Barzanî, Mesûd û Nêçîrvan û navê keça xwe jî kirin Kurdistan.

Elî Enwer Temo û Felek Mistefa Husên ku xelkê Gundê Sarûncê ser bi Kobaniyê ve ne,  ji Rûdawê re diyar kirin, ji ber hezkirina Mele Mistefa Barzanî yê nemir, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wan ew nav li zarokên xwe kirine.

Bav û dayîka her 4 zarokan ji Rûdawê re gotin: “Ji ber ku em ji welatê xwe ji Kurdistanê, ji Mistefa Barzanî, Mesûd û Nêçîrvan Barzanî hez dikin, me navê wan li zarokên xwe kirin.”

Li gor agahiyan, rewşa tendirustiya her çar zarokan baş e û li nexweşxaneyê ne.

Nêzîkî 11 salan e, ku bavê wan 4 zarokan Elî Enwer Temo û malbata xwe li Sûdanê dimînin û di projeyên xerazeyên kolandina bîrên avê de kar dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê, berê jî gelek malbatan navê serkirdeyên Kurdan weke Barzanî û Mesûd li zarokên xwe kirine.


 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê