Mala Artêşa Tirk a li kêleka Meydana Şêx Seîd tê xirakirin

Mala Artêşê (Ordu Evî) ya li Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê, ji ber ku li hember erdhejê ne zexm e tê xirakirin.

 Avahiya Ordu Evi ya Diyarbekirê li beramber Meydana Şêx Seîd e ku Şêx Seîd û hevalên xwe li wir hatibûn dardekirin.

Avahiya artêşê di salên 1970yî de hatiye avakirin û bi hinceta ku li hember erdhejê ne saxlem e îro 7ê Cotmehê dest bi xirakirina wê hat kirin.

Li gorî zanyariyan wê erdê avahiyê bi ser meydana Şêx Seîd ve were berdan.

Herwiha li gorî hin îdiayan termê Şêx Seîd jî li hewşa cihê wê avahiyê hatiye veşartin ku heta niha ti agahiyeke fermî nîne di vê derbarê de.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?