Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê

.

 Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê. Sedema şandina balafiran ew e ku Rûsya bi İHAyan ketibû nav seha hewayî ya Polonyayê û Polonya İHAyên Rûsyayê xistibû.

Macron ji bo hêzên hewayî yên NATOyê xwurt bike 3 balafirên Rafale dê bişîne Polonyayê. Polonya jî ji bo sînorên xwe yên Rojhilat qewî bike, trafîka hewayî kêm ya li Rojhilat kêm dike an teng dike.

Macron, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li ser mijarê bi sekreterê giştî yê NATOyê bi Mark Rutte, bi serokwezîrê Brîtanyayê bi Keir Starmer û bi serokwezîrê Polonyayê bi Donald Tusk re axifiye. Macron got:

“Ewlehiya Ewrûpayê esas e. Rûsya piştî êrîşên bi İHAyan kir ser Polonyayê, me bi hevkarên xwe yên NATO re, ji bo sînorê Polonyayê yê Rojhilatê wê biparêzin, ji bo destekê em ê 3 balafirên Rafale li Polonyayê bicîh bikin.”

Fermandariya hêzên çekdar yê Polonyayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got:

“Ji bo ewlehiya dewletê ji 10ê Êlûnê heya 09.12.2025an ji bo sînorê Rojhilat biparêzin, me trafîka hewayî kêm kiriye an jê re sînor daniye.”

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin