Macron: Em ê ji bo diyarkirina hewlesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, piştî civîna bilind a bi welatên YE’yê yên ku sînorê wan bi Behra Spî re heye re axivî û diyar kir ku wê li Ewropayê ji bo diyarkirina helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin.  

Welatên Yekitiya Ewropayê (YE) ku sînorê wan bi Behra Spî re heye, bi pêşengiya Fransayê li Girava Korsîkayê li hev civiyan. Ji bilî Fransayê, Îtalya, Îspanya, Malta, Portekîz, Yewnanistan û Qibris jî tevlî civînê bûn. Di civînê de geşedanên li Rojhilatê Behra Spî hatin nirxandin.

Piştî civînê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron civîneke çapameniyê li dar xist. Macron, diyar kir ku wê li Ewropayê ji bo diyarkirina helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin.   

Ji Serokkomariya Fransayê rayedarekî ji AFP’ê re ragihand ku armanca civînê ew e ku beriya Civîna Bilind a YE’yê ya di 24-25’ê îlonê de bê lidarxistin, welatên YE’yê di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bibin xwedî heman nêrînê.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?