Macron dê Serdana Herêma Kurdistanê bike

Li Brûkselê li perawîza Lûtkeya Yekîtiya Ewropa, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji K24ê re ragihand, ewê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li Brûkselê li perawîza Lûtkeya Yekîtiya Ewropa, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji K24ê re ragihand, ewê serdana Herêma Kurdistanê bike.


Di pirsa peyamnêrê K24ê de, ma bi sedema hilbijartina Serok û destnîşankirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê serdana Herêma Kurdistanê bike, Macron ragihand, “Belê, bi niyaz im di dawiya îsal de serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bikim.”


Fransa yekem welatên bihêz ên cîhanê bû, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an piştevanî li pêgeha Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê kir û daxwaz kir, pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi guftûgoyê bêne çareserkirin.
  


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?