Loristan di bin avê de ma!

Baran û lehiyê ziyan gihandiye bi dehan navçeyên Rojhilata Kurdistanê û bajarekî parêzgeha Loristanê jî bi temamî di bin avê de maye.

REWŞA AWARTE HAT RAGIHANDIN

Li Rojhilata Kurdistanê ji ber barîna barana bihêz û rabûna lehiyê rewşa awarte hatiye ragihandin, tevahiya rê û kolanên wî bajarî hatin girtin û riyek ji bo derketina xelkê nameye.

Medyaya Îranê belav kir, heta niha ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê ziyan gihîştiye 400 bajar û bajarokên 15 parêzgehên Îranê û ta niha 46 welatiyên wî welatî canê xwe jidest dane.

Ji aliyekî din ve, parêzgeha Loristanê li RojhilatA Kurdistanê ketiye bin avê û berpirsên parêzgehê jî daxwaz ji xelkê piraniya navçeyên wê parêzgehê dikin ku ji malên xwe derkevin, ji ber ku asta 2 çemên wê navçeyê bi awayekî berçav bilind bûye û bi dehan pireyên li ser wan hilweşiyane.

MEILOMANÊ BI TEMAMÎ KETE BINÊ AVÊ!

Li gor tomarên vîdyo û wêneyên ji wan navçeyan tên, gûmankirina asta ziyanên canî û madî mezintir e û bajarokê Meilomanê wê parêzgehê bi temamî di bin avê de maye û tîmên hawarhatinê tenê bi riya helîkopteran dikarin bi hawara xelkê ve bên.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulreza Rehmanî ji medyaya welatê xwe re ragihand, tenê ji ber bilindbûna lehiya duhî 84 pir hilweşÎyane, asta ava 141 rûberan bilind bûye û 409 haletên herifîna çiya û giran rû dane.

Herwiha riyên 2 hezar 199 gundan bi temamî xirab bûne û ta niha tîmên hawarçûnê karîne tenê 60 hezar kesî rizgar bikin û cihên ewle ji bo wan peyda bikin.

(k24)

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in