Li Xezeyê agirbestê dest pê kir

.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî peymana li Misirê, agirbesta li Xezeyê di saet 12:00an de bi dema herêmî ketiye meriyetê.

Artêşê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku vekişîna qismî ya leşkerên Îsraîlê ber bi wan xalên ku wekî "xeta zer" tên pênasekirin bi dawî bûye.

Hat gotin ku agirbesta li Xezeyê di saet 12:00an de bi dema herêmî ketiye meriyetê.

Di daxuyaniyê de her wiha peyam hat dayîn ku dê li wan herêmên ku vekişîn lê çênebûye, êrişên li ser hedefên ku wekî "gefa lezgîn" tên binavkirin bidomin.

Li gorî zanyariyan dronên Îsraîlê li herêmê firîna xwe didomînin.

Tê çaverêkirin ku dîlên Îsraîlî heta nîvroya roja duşemê, 13yê Çiriya Pêşîn bên berdan.

Di çarçoveya peymana agirbestê de, tê pêşbînîkirin ku piştî temambûna vekişîna qismî, dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê di nava 72 saetan de werin radestkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Xezeyê li cihê artêşa Îsraîlê bi cih dibin

Wezareta Karên Navxweyî û Ewlekariya Niştimanî ya Xezeyê ragihand ku ew dê yekîneyên xwe li wan herêmên Xezeyê yên ku artêşa Îsraîlê jê vekişiyaye bi cih bike.

Wezaret daxwaz ji Filistîniyan kir ku mal û milkên giştî û taybet biparêzin, ji her kiryareke ku jiyana wan dixe xeteriyê dûr bikevin û bi yekîneyên polîs, ewlehî û xizmetguzariyê re hevkariyê bikin.

Her wiha daxuyaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû ferman û rênimayiyên ku dê di rojên pêş de ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ên wezaretê ve werin derxistin, bên şopandin.

Artêşa Îsraîlê dîmenên vekişîna qismî ya leşkerên xwe ji herêmên dagirkirî yên Xezeyê parve kiribû.

Piştî agirbestê, bi hezaran Filistînî vedigerin Xezeyê

Piştî ku agirbesta li Şerîda Xezeyê ket meriyetê, bi hezaran Filistîniyên ku koçî başûr kiribûn, dest bi vegera malên xwe yên li bakurê herêmê kirin.

Filistînî ji bo vegerê bi giranî Cadeya Reşîd bi kar tînin ku herêmên başûr û navîn bi bakurê Xezeyê ve girêdide.

Siyaset Haberleri

Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin
Serokê Kolombiyayê: Ez piştgiriyê didim dewleta Kurdistanê
Wezareta Derve ya Amerîkayê du komên çekdar ên Iraqî ceza dike