Li Xarpêtê erdhejekî din pêkhat

.

Li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê îro demjimêr 09.37 ê erdhejek bi hêza 5.3 Richter rû da.

Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand, navenda erdhejê li bajarê Xarpêtê ye û bi hêza wê jî 5,3 bûye. Li gor Rasadxaneya Kandîllî, li Kavaktepeya Xarpêtê bi hêza 5.6 pileya rîxter erdhej çê bû.

Li bajarên Diyarbekir, Meletî, Riha, Çewlîg û Dêrsimê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Parêzgarê Xarpêtê Erkaya Yirik li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, "Tevî ku demjimêr di 09.30 'an erdhej pêk hat, lê ziyan nîn in. tîmên me xebatên xwe yên li qadê bi baldarî pêk bînin.”

Destpêka îsal jê erd li bajarên Xarpêt û Melatiyê hejiyabû û di encamê de hejmarek xanî û avahî hilweşiyabûn û 41 kesan canê xwe ji dest dabûn û nêzîkî 1500 kes jî birîndar bûbûn.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?