Li Wêranşarê şerê du malbatan: 2 mirî, 4 birîndar

Li Rihayê di encama şerekî di navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê ve, êvariya roja derbasbûyî di navbera du malbatên xizmên hev de şer derket.

Li gor zanyariyan di navbera wan herdu malbatên endamên eşîra Kumnekşan de nîqaşek derket û ew nîqaş di demek kurt de veguherî şerê bi dar, kevir û çekan.

Her li gor zanyariyan di encama wî şerî de 6 kes birîndar bûn û birîndar ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhastin.

Lêbelê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên pizîşkî kesên bi navên Mehmet Geldî û Sînan Geldî ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest dan.

Li cihê bûyerê ji aliyê hêzên polîs ve tedbîrên emnî yên tund hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Heta niha diyar nebûye ka şerê di navbera wan herdu malbatan de li ser çi çê bûye.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê