Li Wanê 2 karmendên ewlehiyê destdirêjî jineke Îranî kirin

.

Li Wanê 2 karmendên ewlehiyê li Navenda Vegerînê ya Kûrûbaşê ya li ser rêya Payîzavayê, destdirêjî jineke Îranî kirin. Her du tecawizkar piştî girtina gotinên wan hatin girtin. 

Bûyereke destdirêjiyê li Navenda Vegerînê ya Kûrûbaşê (GGM) li ser rêya navenda Wanê û navçeyê Payîzavayê çêbû. Li gorî zanyariyan, jina Îranî Z.M. ku bi rêyên qaçax derbasî Wanê bûye, bi armanca tevdîrê girtine GGMê. Di 22ê Tîrmehê de piştî vemirandina ronahiyê karmendê ewlehiyê Î.H.K. ku li GGMê ewlehiyê girtiye, ketiye odeya ku Z.M. lê bûye û dest dirêjî wê kiriye. Pişt re karmendê ewlehiyê Y.V. jî bi heman rengî dest dirêjî Z.M. kiriye. 

Bûyera ku di 22ê Tîrmehê de pêk tê, di 26ê Tîrmehê de bi vegotina Z.M. a ji Midurê GGMê re derdikeve holê. Piştî vegotinê Z.M. li Fermandariya Cendirmeyan a Artemêtanê gotina tecawizkar Î.H.K. û Y.V. teşhîs kir. Piştî vegotina Z.M. fermandariyê gotinên tecawizkar Î.H.K. û Y.V. jî girt û wan sewqî Dadgeha Cezaya Silhê kir. Dadgehê her du tecawizkar girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Wanê. 

Herwiha li gor agahiyan,  Î.H.K di îfadeya xwe de gotiye ez girêdayî welat û neteweya xwe me û ji ber vê buxtan lê tê kirin. Y.V. jî bûyerê lê xwe dananiye û înkar kiriye. Hat hînbûn ku derbarê bersûcên tecawizê de hê angaştname nehatiye amadekirin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê