Li Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê rêya 821 gund û taxan ji ber berfê hatine girtin.

.

Ji ber barîna berfê Li Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê rêya 821 gund û taxan hatine girtin.

Hatiye diyarkirin ji ber barîna berfê li bajarê Wanê rêyên gelek gund û taxan hatine girtin.

li Şaxê, navçeya Wanê rêya 124 tax û gundan, li Mîksê rêya 70 tax û gundan, li Payîzaxayê rêya 44 tax û gundan, li Erdîşê rêya 12 tax û gundan, li Payîzawa rêya 30 tax û gundan, li Rêya Ermûşê rêya 5 tax û gundan, li Bêgiriyê rêya 60 tax û gundan, li Tuşbayê jî rêya 5 tax û gundan hat girtin.

Colemêrg

Li Colemêrgê û navçeyên wê jî ji ber berfê di çûyîn û hatinê da pirsgirêk çêbûne.

Li gor agahiya Îdareya Taybet a Bajêr li navenda bajêr û navçeyan rêya 22 gundan û 52 mezreya hatine girtin.

Mûş

Şeyhmûs Yentûr, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kiriye ku li navenda Mûşê û navçeyan rêya 17 gundan, li Dêrxasê rêya gundekî, li Ezabkûrê rêya 10 gundan, li Kopê rêya 55 gundan, li Milazgirê rêya 65 gundan û li Gimgimê jî rêya 3 gundan hatine girtin.

Yenturî gotiye ku ew hewl didin 151 rêyên girtî vekin û ji bo welatî birehetî çûn û hatinê bikin ewê xebatên xwe bidomînin.

Bedlîs

Umît Kurtkan, Rêvebirê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê diyar kiriye ku 224 rê ji ber berf û bagerê hatine girtin.

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)