Li Urmiyê kolberekî din ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

.

Li devera Çaldiran a parêzgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê kolberekî din jî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duh li devera Çaldiran a Urmiyê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Kemal Elem Holû hat kuştin.

Roja pêncşemê 5ê Mijdara 2020an jî li heman deverê kolberekî Kurd bi navê Hesen Delayî Mîran ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?