Li Urmiyê jî 50 kes bi tohmeta dijberiya hilbijartinan hatin girtin

.

Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 50 kes bi tohmeta handana welatiyan ji bo ku deng di hilbijartinên Parlamentoya Îranê de nedin, hatin girtin.

Bi gotina Rêveberê Polîsa Urmiyê Rehîm Cehanbexş, kesên hatine desteserkirin bi rêya torên civakî daxwaz ji welatiyan û dengderan kirine ku hilbijartinan boykot bikin. Ji ber wê sedemê jî biryara girtinê ji aliyê îstixbarata polîsan ve bi hevahengiya desthilata dadwerî re hatiye cibicîkirin.

Rêveberê Polîsa Urmiyê dibêje, belavkirina her peyam û dirûşmekê li ser torên civakî ji bo têkdana hizir û nîzama civakê û dijberiya hilbijartinan, binpêkirina eşkere ya yasayê ye û wek tawan tê dîtin û tawanbar dê bêne darizandin.

Biryare sibe Înê 1ê Adara 2024an li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Îranê (Encûmena Şora) birêve biçe û 15 hezar û 200 namzed ji bo wergirtina 290 kursiyan hevrikiyê dikin.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin