Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin

.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 211 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 33 hezar û 198 kesên din jî bi şewbê ketin. 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 211 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 33 hezar û 198 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 15 hezar û 314 ye û hejmara nexweşan jî bû 552 hezar û 304.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin