Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609

Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 56 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 581 kesên din jî pê ketine. 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. 

 Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 56 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 581 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 609 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 329 hezar û 138.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin