Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 574 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Îlonê yên taybet bi vîrusa koronayê belav kir. Îro 112 hezar û 942 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 381 hezar û 957.

Di 24 saetên dawîn de encama testa 1743 kesan pozîtîv bûye.

Herwiha li gor amaran 68 kesan ji ber Covîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan gihişt 7 hezar û 574an.

Di heman de mê de 1202 kesên din ji coronayê pak bûne û  hejmara başbûyan ji Covîd-19ê gihişt 268 hezar û 435an.

Hejmara nexweşên rewşgiran jî 1491 kes in.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?