Li Tirkiyê mirina bi koronayê zêde dibe

.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 254 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 254 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 18 hezar û 351 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 103 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 3 hezar û 412 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 43 hezar û 704 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 34 hezar û 419 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 1 milyon û 834 hezar û 705 kesan.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê