Li Tirkîyê Kuştina Jinan Her Meh Zêdetir Dibe

Platforma Rawestandina Kuştina Jinan bi raporekê ragihand ku di şeş mehên sala 2019’an de, 214 jin li Tirkîyê ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û kuştina jinan her meh zêdetir bûye.

Platforma Rawestandina Kuştina Jinan bi raporekê ragihand ku di şeş mehên sala 2019’an de, 214 jin li Tirkîyê ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û kuştina jinan her meh zêdetir bûye.

Li Tirkîyê rêxistinbûna jinan her çiqas zêde be jî, dîsa jî pêşî li kuştina jina nayê girtin.

Di meha Hezîranê de 40, di Gulanê de 37, di Nîsanê de 36 û di Adarê jî 27 jin hatine kuştin.

Komela Mafên Mirovan (IHD) dide zanîn ku zor û zextên mêran bi her awayî li ser jinan derdikeve pêş û di cihêbûnê de gelek jin rastî tundîtujî yan kuştinê tên.

Rêvebirê IHD’ê Racî Bîlîcî dibêje ku sîstema Tirkîyê ya nêr, bingeha tundîya dijî jinan derdixe holê.

“Sedemên kuştin û tundîya ser jinan sîstema Tirkîyê ya nêr e jiber ku ruhîyeta nêr di her derê dewletê de cîh girtiye. Heta ev sîstem hebe, êşa jinan jî dê bidome.”

Bîlîcî bal dikşîne ku li herêmên Kurdan rewşa jinên hinek baştir e.

“Sîyaseta Kurd kêm zêde di alîyê tundîtûjîya ser jinê de, li herêma Kurdan bandorek vedaye, lê li rojavayê Tirkîyê em dibînin ku givaştinên ser jinan zêdetir e.”

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?