Li Tirkiyê ji ber koronayê 45 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 462 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 2yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1569 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 273 hezar û 301 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 947 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 246 hezar û 876 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro li nexweşên me, 649 kesên din jî zêde bûn. Hejmara nexweşên me yên giran ji 1000î zêdetir e. Divê em canjidestdanan kêm bikin û hezkiriyên xwe biparêzin. Ev bi tedbîrê mimkun e. Hêz di tedbîrê de ye.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?