Li Tirkîyê Hesenkêfa Dîrokî bi Temamî di Bin Avê de Dimîne

"Ger Heskîf li Kapadokya bûna encam weha nedibû lê Heskîf ji bêxwedîtî çû."

Navenda Nûçeyan - Bendava İlisu di 19ê Gulanê de bi merasîmek fermî hat vekirin. Navçeyaa Batmanê ya dîrokî Hesenkêf (Heskîf / Hasanyekf) bi temamî di bin avê de ma.

Niha nevanda navçeya 12 hezar salî di bin gola 75 metre kûr de ye û av bilind bûye heta ber kela Hesenkêfê.

Digel navçeyê gelek şikeft û gundên li peravên çemê Dîcleyê de jî bi avê çûn.

Yek ji wan gundan Şikefta ye. Ew gundê dîrokî ku navê xwe ji hebûna 200 şikeftan digirt, du kîlometre ji çem dûr bû. Lê neha ji 150 xanîyên li gund tenê du xanî mane. Yek ji wan xanîyan yê Mele Birhan e.

Mele Burhan ji Dengê Amerîka re got:

"Ger Heskîf li Kapadokya bûna encam weha nedibû lê Heskîf ji bêxwedîtî çû."

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji fayla deng gohdar bikin.

Dengê Amerîka

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!