Li Tirkiyê benda hilbijartinê bû ji sedî 7

.

 Projeyasaya derbarê daxistina benda hilbijartinan de li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin û benda hilbijartinê bû ji sedî 7.

Îro 31ê Adara 2022ê projeyasaya derbarê daxistina benda hilbijartinê û çend guherînkariyên din ên yasaya hilbijartinan de bi piraniya dengan li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin. Di çarçoveya wê yasayê de benda hilbijartinê li Tirkiyê ji sedî 10 bû ji sedî 7 û ev yek bi awayek fermî li wî welatî bû yasa.

Projeyasaya nû ya hilbijartinê ji aliyê partiyên desthilatê yên AK Partî û MHPê ve bo parlamentoyê hatibû pêşkêşkirin û bi piraniya dengên wan hat pesendkirin.

Ji derbeya leşkerî ya sala 1980ê û vir ve benda hilbijartinê li Tirkiyê ji sedî 10 bû. Wê demê dihat gotin ku ew benda hilbijartinê ji bo ku partiyên Kurdan wek partî nekevin parlamentoyê hatibû danîn.

Lê niha partiyên opozîsyonê dibêjin, "desthilatê benda hilbijartinê ji bo ku şîrîka wê MHP di bin benda hilbijartinê de nemîne bo ji sedî 7 daxistiye."

Li gor piraniya rapirsiyên ku vê dawiyê tên kirin AKP, CHP, ÎYÎ Partî û HDP benda ji sedî 10 derbas dikin, lê MHP di bin wê benda hilbijartinê de dimîne.

Bi yasaya hilbijartinê li Tirkiyê çi guherî?

  • Benda hilbijartinê ji sedî 10 bû ji sedî 7
  • Mercê hebûna firaksiyonê bo beşdariya parlamentoyê nema
  • Ji bo çûna parlamentoyê dengên sereke yên partiyan wek esas tên wergirtin
  • Partiyên biçûk bi hevpeymaniyekê jî biçin parlamentoyê zehmet e ku parlamenterên wan hebin
  • Partiyên siyasî divê berî hilbijartinê 6 mehan li 41 parêzgehan kongreyên xwe pêk bînin
  • Qedexeya propagandeya hilbijartinê serokkomar li xwe nagire
  • Li Tirkiyê piştî salêkê ji derketina vê yasayê hilbijartin tê kirin

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da