Li Tirkîyê 73 kes ji ber koronayê mirin

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê aşkere kir ku di heyama rojekê de 73 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara kesên bi koronayê mirine li Tirkîyê gihişt 574 kesan. Hejmara tûşbûyan jî 27 hezar kes derbas kir.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twitterê de dawîn amarên koronayê belav kirin.

Fahrettîn Koca ragihand ku di heyama 24 demjimêran de, pişkinîn bo 20 hezar û 65 kesan hatîye kirin û 3 hezar û 135 tûşbûyên din ên bi koronayê hatine tomakirin û hejmara tûşbûyên koronayê bi vî awayî bû 27 hezar û 65 kes.

Herwiha Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê dîyar kir ku di dawîn 24 demjimêran de 73 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara qurbanîyên koronayê li Tirkîyê gihişt 574 kesan.

Fahrettîn Koca careke din bang li hemwelatîyan kir ku pabendî rênimayîyên tendirustî bin û ji malên xwe bimînin.

Koca amaje bi wê kir, vîrus bi lez belav dibe û tekez kir, “Rêya serkevtina li hember vê nexweşîyê, rawestindina belavbûna wê ye.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist