Li Tirkiyê 66 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 80 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1693 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 342 hezar û 143 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1408 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 299 hezar û 679 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi giştî zêdetirî 12 milyon test hatin encamdan. Îro 1693 nexweşên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran weke xwe berdewam e. Fîlyasyon û îzolasyon bêkêmasî berdewam in. Em dikarin hejmara nexweşan bi pabendbûna tedbîran kêm bikin. Yê ku dê qezenc bike, em ê bibin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê