Li Tirkiyê 66 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 315 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1648 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 298 hezar û 39 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1143 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 263 hezar û 745 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Heta niha nêzîkî 9 milyon test hatin encamdan. Îro 1648 nexweşên me yên nû hene. Rawestandina zêdebûna hejmara nexweşên giran û mirinan, di destê me de ye. Eger em hemû bi hev re pabendî tedbîran bibin, emê bi ser bikevin. Bi pabendbûna tedbîran, hêza artêşa me ya tendirustiyê zêde bikin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)