Li Tirkiyê 302 karmendên tendirustiyê bi Coronayê canê xwe ji dest dane

.

Odeya Pizîşkên Tirk ragihand ku di dema du rojên borî de 9 karmend û xebatkarên tendirustiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Coronayê cane xwe ji dest dane.

Odeya Pizîşkên Tirk roja Duşemê 28ê Kanûna 2020ê li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir ku rojên Yekşem û Duşembê 9 karmendên tendirustiyê bi Coronayê canê xwe ji dest dane, bi vê jî hejmara wan karmend û xebatkarên tendirustiyê ku ji destpêka belavbûna vîrûsa Coronayê ve li Tirkiyê bi wê nexweşiyê mirine gehişte 302 kesan.

Odeya Pizîşkên Tirk herwiha lîsteya nave wan karmendên tendirustiyê jî belav kiriye ku bi Coronayê canê xwe ji dest dane. Li gor lîsteyê, zêdetirîn mirina karmendên tendirustiyê ya bi Coronayê li bajarê Stenbolê hatiye tomarkirin. Piştî Stenbolê Enqere bi pileya duyem, Izmîr sêyem û Ameda Bakurê Kurdistanê jî di pileya çarem de ye. Ew karmendên bi Coronayê mirine, 274 ji wan mêr û 28 jî jin in.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 162 hezar û 775 kes bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê 20 hezar û 135 kesan cane xwe ji dest dane. Herwiha bi giştî 23 milyon û 958 hezar û 818 testên Covid-19ê hatine kirin. Rewşa tendirustî ya 4 hezar û 251 nexweşan nebaş e û 2 milyon û 37 hezar û 433 nexweş jî baş bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir