Li Tetwan a Bedlîsê qeza çêbû: 1 mirî û 4 birîndar

Li navçeya Tetwan a bi ser Bedlîsê otomobîlekî û TIR ekî lihev ketin û di encamê de 1 kes can da û 4 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû.

Otomobîl bi qezayê re pekiya kenarê rê û bû weka xurde. Kesê bi navê A.C. li ciyê bûyerê can da. 4 kesên di nav otomobîlê de giran birîndar bûn. Kesên di nav erebê de asê mabûn, bi xebata îtfaiya navçeya Tetwanê ji erebê hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên navçeya Tetwan û bajarê Bedlîsê. Lêpirsîna di derbareyê qezayê de dewam dike.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?