Li Swêdê Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê mirî hat dîtin

.

Li paytexta Swêdê Stockholmê, Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Bilêse Omer Sabîr li hotêlekê mirî hat dîtin.

Temenê Bilêse Omer Sabîr, 42 ye û xelkê qezaya Raniye li sînorê parêzgeha Silêmaniye ya Başûrê Kurdistanê ye. 18 sal in li Swêdê dijiya. Dayik, xwişk û birayekî wî jî li Swêdê dijîn.

Bavê Bilêse, endamê berê yê Civata Tevgera Goran e. Bilêse demekê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, ligel hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer kiribû.

Polîsê Stockholmê di derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û heta niha nasnameya kujerên wî ciwanî û hûrgiliyên li ser bûyerê nehatine eşkerekirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?