Li Swêd Navenda Dîasporaya Kurd hat damezrandin

.

Li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê Navenda Revenda (Dîaspora) Kurd hat damezrandin.

Piştî welatên Almanya, Belçîka, Hollanda, Finlandiya, Avusturya û Fransayê, 21ê Mijdarê li Swêdê jî Navenda Dîasporaya Kurd hate damezrandin.

Civîna damezranidanê, bi sirûda Ey reqîb destpê kir û ji bo giyanên şehîdan û Parêzgerê Hewlerê nemir Firset Sofî, deqeyek bêdengî ve rêz hat girtin.

Bi beşdariya birêz Tahir Hewramî, berpirsiyarê dosyaya Kurdên Dîasporayê li Baregeha Barzanî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Bextiyar Berdman û Federasyonên Komeleyên Kurdistanî li Swêdê û nûnerên Navenda Revenda Kurd li Almanya û Finlandiya û rêxistinên federasyonên jin û akademîsyenên Kurd yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên xwuşk û birayên me yên Êzidî, Navenda Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û hunermendê navdar Öz Nûjen wek mêvan beşdar bûn.

Di konfransa damezrandina Navendê de Birêz Tahir Hewramî, axaftineke kurt kir. Piştî pêşkêşkirina struktura Navendê û armancên Navenda Revenda Kurd, dîtin û pêşniyarên beşdarên konfranse hate wergirtin. Piştî guftûgoyan ji bo Kongreya Asayî ya dahatî endamên Komîteya Birêvebir ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên Rûsyayê û Êzidiyan hatin destnîşankirin. KB ji 11 kesan pêk hat û ew dê li gor pêşniyar û dîtinên beşdaran li ser destûrê bixebite. Komîteya Birêvebir, heta kongere dahatî wê kar di nav xwe de parve bike û li gor armancên xwe dest bi çalakiyên xwe bike. Konfrans bi atmosfereke germ, dilsozî, yekrêzî û bi helwesteke Kurdistanî bi dawî hat.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê