Li Stenbolê mamostayek ji ber zimanê Kurdî ji kar hat avêtin

Li bajarê Stenbolê mamsotayeke zanîngehê ji ber zimanê Kurdê ji kar hate avêtin.

Li gor agahiyan, mamostayê bi navê Bekir Tanik ku mamostayê Zanînegha Bazirganî ya Stenbolê ye, daxwaz ji xwendevanên xwe kiriye ku 2 mijaran wergerînin ser zimanê Kurd.

Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê, Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê  twitterê ew agahî belav kirine û ragihandiye, ew yek hesasiyeteke nû li hember zimanê Kurdî li Tirkiyê ye.

Omer Faruk Gergerlîoglu ragihandiye, civata xwendevanên zanîngehê daxwaziya wî mamostayî weke hewlek ji bo cudaxwaziyê bi nav kiriye û ji ber wê yekê ew mamostayê navborî ji aliyê zanîngehê ve ji kar hatiye avêtin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?