Li Stenbolê lîstika şanoyê ya Kurdî hat qedexekirin

Li Stenbolê lîstika şanoyê ya Kurdî hat qedexekirin

Lîstika şanoya Kurdî ya bi navê ‘Berû’ li sehneya navçeya Gazîosmanpaşa ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê wê bihata pêşandan, beriya lîstikî bi demekê hat qedexekirin.

Lîstika ‘Bêrû’ ya Koma Teatra Jiyana Nû di çarçoveya bernameya Şanoyên Bajêr a Stenbolê de, wê bihata pêşandan.

Hat ragihandin ku beriya lîstik were pêşandan bi demekê ku hemû bilêtê wê jî hatibûn firoştin, bi daxwaza emnîyeta navçeya Gazîosmanpaşa ji aliyê qeymeqamtiya heman navçeyê ve hatiye qedexekirin.

Hat zanîn ku lîstika şanoya Kurdî bi hinceta ‘ewlekariyê’ beriya pêşandanê bi çend saetan hatiye qedexekirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê