Li Şirnexê jina 120 salî ji vîrusa koronayê rizgar bû

.

Li gundê Gerûrê ya navçeya Qilabana Şirenx li Bakurê Kurdistanê Menîca Encu ya 120 salî ya piştî çareserkirinê ji vîrusa koronayê rizgar bû.

Menîca Encu ya 12 zarok û ji 100î zêdetir neviyên wê hene 15 roj berê encama testa wê koronayê pozîtîf derket li Nexweşxaneya Zarok û Jidayîkbûnê a Şirnexê ya wekî nexweşxaneya pandemiyê tê bikaranîn jê re çareserî hat kirin.

Di encama dermankirina 15 rojan de rewşa tendirustî ya Encu baş bû û karmendên tenduristiyê bi çepikan oxir kirin.

Encu got ji ber ku pak bû gelekî kêfxweş e û wiha pê de çû: “Xwedê ji doxtor û hemşîreyên me razî be. Gelekî baş li ser min sekînin. Heqê wan li ser min zehf e. Xwedê wan biparêze. Gelekî westiyan û eleqedar bûn. Ez ji wan razî me Xwedê jî ji wan razî be.”

Halîme Encu ya bûka Encu jî diyar kir ku 15 roj berê çûn nexweşxaneyê û piştî dermankirinê xwesiya wê pak bû û wiha axivî: “Xwesuya min bi piranî xurekên sirûştî dixwar. Bi guhdaneke baş hat ser hemdê xwe. Xwedê ji doxtor û hemşîreyên keda wan tev bûn razî be.”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê