Li Şino şivanekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê şivanek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî li deverên sînorî yên bajarê Şino, pasdarên Îranê 3 şivanên kurd, ku li ber pezên xwe bûn, dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de şivanek hat kuştin û şivanên din jî birîndar bûn.

Ew şivanê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Lolkan li devera Deştebêlê ya Şino û navê wî jî Hesen Xendepûr bû.

Li gorî agahiyan, hetan jî termê wî şivanî di destê pasdaran de ye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?