Li Şingalê yekem gora bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê vekirin

Li Şingalê îro dest bi qonaxa nû ya vekirina gorên bikom tê kirin û goreke bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê vekirin.

 

Li Şinagalê bi amadebûna nûnerê UNITAD, serokê tîma lêkolînan ya Neteweyên Yekbûyî li tawanên DAIŞê li Iraqê Kerîm Ehmed Xan, balyozên çend welatan û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, dest bi vekirina goreke bi kom li Şingalê bê kirin.

UNITAD tîmeke taybet ya Netewên Yekgirtî ye bo lêkolînan li tawanên DAIŞê li Iraqê û bi biryara Civata Ewlehiya Netewên Yekgirtî sala 2017an hate avakirin .

Şêwirmendê sekreterê giştî yê Netewên Yekbuyi Kerîm Seîd Xan serokatiya vê tîmê dike.

Merasîmek ji bo vekirina yekem gora bikom a jinên Kurd ên Êzidî birêve diçe û ji sibê Yekşemê ve dest bi vekirina wê gora bikom tê kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê temenê hemû wan jinên di wê gora bikom de li jorî 40 sal bûye û xelkê gundê Koço ne.

Jinek ku li gel wan jinan bû ku ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin û niha rûfatên wan ji gora bikom tên derxistin, ji Rûdawê re ragihand, “dayik û xesuya min tê de ne… ew jî pîr nebûn.”

Li gor gotina wê jinê, dema çekdarên DAIŞê ew desteser kirin ji zilaman cuda kirin û “jin cuda û zilam cuda kuştin.”

Herwiha kesûkarên wan qurbaniyan daxwaz jî dikin, ku di zûtirîn dem de nasîn bo rûfatan bê kirin ku “bizanin gora wan li ku derê ye û serdana wê bikin.”

Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)