Li Şingalê ji gora komî termên 80 jinên êzidî derketin

Li Şingalê ji gora komî termên 80 jinên êzidî derketin

Li Şingalê bi amadebûna tîmeke pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) goreke komî ya ku termên 80 jinên bi destê teror û hovîtiya DAIŞê hatibûn kuştin, hatin derxistin.

Neteweyên Yekbûyî sala 2017an biryara avakirina tîmeke taybet a ji bo lêkolînên ser tawanên terorîstên DAIŞê li Iraqê dabû.

Îro Yekşemê bi merasîmekê û amadebûna nûnerên hikumeta Iraqê û tîmeke ji NYyê, goreke komî ya jinên Êzidî li Şingalê hat vekirin.

Di gorê de termên 80 jinên êzidî yên li ser destê DAIŞê hatibûn kuştin derketin ku li gorî agahiyan jinên hatibûn kuştin ji gundê Koço ne û temenê wan li ser 40 salî ne.

Yek ji jinên êzdî ku dayika wê jî di nav gorên komî de ye diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî gund bûn, jin û zilaman ji hev cûda kirin û ew kuştin.

Xizmên kesên ku texmîn dikin termên malbata wan di gora komî de ne daxwaz kirin ku di zûtirîn demê de nasnameyên termên ji gorên komî derketine bên naskirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?