Li Şingalê goreke bi kom hat dîtin!

Li gundê Koço yê ser bi Şingalê, goreke bi kom hat rakirin û 29 rufatên Kurdên Êzidî hatin derxistin.

Nûnerên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê di rakirina gorên bi kom ên Şingalê de amade ne.

Serokê tîma rakirina gorên bi kom Mihemed Tahir Temîmî ragihand ku rakirina gorên bi kom demeke zêde dixwaze, ji ber dibe ku gorên din ên bi kom hebin û karê rakirina wan jî bi hev ve girêdayî ye.

Mihemed Tahir Temîmî got: “Tawana DAIŞê ya li Şingalê dewseke reş e di nav çavê mirovahiyê de, lê ez bi eşkere dibêjim, em nikarin demek diyar bikin ji bo bidawîbûna karên xwe, ji ber ku mixabin dibe ku em gorên zêdetir bibînin, karê hemû gorên bi kom ji aliyê hunerî û teknîkî ve bi hev re girêdayî ne, hinek car jî peywendî bi nimûneya qurbaniyan ve heye, ku gor têne dîtin û bo taqîgehên tiba dadî têne şandin, lewma mixabin karên me demeke dirêj diajon û dibe ku çend meh berdewam bibin.”

Li her çar aliyên gundê Koço, 13 gorên bi kom hene û hikûmeta Iraqê biryar daye ku wan rufatên di nav wan goran de weke şehîd qebûl bikin.

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in