Li Serê Kaniyê di teqînekê de 6 kes hat kuştin û birîndarkirin

.

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî bombeyek li bazara sebzeyan a Serê Kaniyê teqiyabû û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?