Li Serê Kaniyê çekdarên girêdayî Tirkiyê û alîgirên wan ala DAIŞê hildan

Bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozîsyona Sûriyê, bi ala DAIŞê li dijî Fransa û Serokê wê Emmanuel Macron xwepêşandan kirin.

Bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozîsyona Sûriyê, bi ala DAIŞê li dijî Fransa û Serokê wê Emmanuel Macron xwepêşandan kirin.

Piştî bûyera serjêkirina mamosteyekî Fransî ku karîkatêrên li dijî “Pêxemberê Îslamê” nîşan dabûn, xwepêşandanên nerazîbûnê li gelek cihan derketin.

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi ala DAIŞê û Bereya Nusrayê xwepêşandanên nerazîbûnê hat kirin û tê de ala Fransayê û wêneya Serokê wê Emmanuel Macron hatin reşkirin.

Xwepêşandana îro ya li Serêkaniyê piştî wê yekê tê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan êrîşî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kiribû.

Piştî belavbûna neraziyan li ser bilindkirina ala DAIŞê ji aliyê çekdaran ve parêzgaruya Rihayê ya Bakurê di daxuyaniyekê de aşkere kir ew kesê ala DAIŞê bilindkiribû hatiye desteserkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?