Li ser “Roja Komkujiya Êzîdiyan” civîn!

Parlementoya Kurdistanê, ku niha di bêhnvedana havînê de ye, ji bona ragihandina “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive.

Parlementoya Kurdistanê, ku niha di bêhnvedana havînê de ye, ji bona ragihandina “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive.

Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq bang li endamên parlementoya Kurdistanê kir bo civîna awarte ya roja 1 Tebaxa îsal kom bibin.

Rêwas Fayîq li ser naveroka civînê jî ragihand, ew civîn dê li ser ragihandina roja 3 Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” were kirin.

5 sal berê û roja 3 Tebaxa 2014, hovên DAIŞê êrişî devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan kurdên êzîdî komkuj kirin, bi hezaran keç, jin û zarokên êzîdî revandin, bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?