Li ser êrîşên PKKê Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir

.

Di derbarê êrîşa PKKê ya li ser hêzên Herêma Kurdistanê li Çemankê, Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: ‘‘Wilayetên Yekgirtî yê Amerîkayê bi tundî êrişên rêxistina terorîst ya PKKê bo ser hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dike.’’

Li gor daxuyaniya 5ê Mijdarê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê hat belav kirin, tekezî li ser piştgiriya Washingtonê bo Herêma Kurdistanê hat kirin û tê diyarkirin: ‘‘Em dê berdewam bin li ser piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hewlên wan ên bo jinavbirina terorê.’’

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê hevxemiya xwe bo kesûkarên şehîd û birîndarên bûyera li Çemankê nîşan daye û serxweşiyê li wan dike.

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, mînekek PKKê bi hejmarek ji hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan