Li ser beyanên Duran Kalkan, ji YNK û GORANÊ Bertek

Li ser îfadeyên Endamê Rêvebir yê Konseya KCKê Duran Kalkan yên derbarê Herêma Kurdistanê de, ne razîbûna alîyên sîyasî berdewame.

Li ser îfadeyên Endamê Rêvebir yê Konseya KCKê Duran Kalkan yên derbarê Herêma Kurdistanê de, ne razîbûna alîyên sîyasî berdewame.
Yekîtîya Niştimanê Kurdistanê YNK û Tevgera Guhertinê GORANê jî bibeyanê zindî bertekên xwe nîşandan. 
 
Berpirsên YNK û GORANê, li himber beyana Duran Kalkan a yek ji serokên PKKê ku çend roj berê ku  gotibû;”bila Başûrê Kurdistan nebêje em rizgar bûn, bila parçeyên din ji me dûr bisekiniin, kes neyê bame, em livir rehet bijîn, jîyanekî wisa tune ye” bertekê nîşandan.

Hakîm Ûbêd a Endamê Civata Neteweyî ya Goranê ji K24 re axifîye;” Azadîya parçeyekî Kurdistanê xizmeta parçeyên dine jî. Divê kurdên parçeyên din bi rêya dîyalog û muzakereyan bigihîjin mafên xwe û  pirsgirêkên xwe çareser bikin”.

Enwer Husên a Endamê Mekteba Ragihandinê ya YNKê jî ji K24 re beyana daye û dibêje;”Beyanên Duran Kalkan xizmeta pêvajoya demokrasî û hizûra Herêma Kurdistanê nake”.

Duran Kalkan gotibû: ”bila Başûrê Kurdistan nebêje em rizgar bûn, bila parçeyên din ji me dûr bisekiniin, kes neyê bame, em livir rehet bijîn, jîyanekî wisa tune ye”.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?