Sê çiyavanên Kurd ên endamên Grûpa Çiyagerî ya Helo ya Seqizê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine girtin.
Li gor zanayriyên ji çavkaniyên xwecihî ve, rojên Duşem û Sêşemiya vê heftiyê hêzên Îtilaata Îranê avêtine ser malên 3 kes ji endamên Grûpa Çiyagerî ya Helo ya Seqizê û her sê kes desteser kirine.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistannê (KMK) ragihandiye, Fayiq Yûsifî, Behmen Gulalî û Hadî Mihemedzade ji aliyê hêzên Îranê ve bi tohmeta endambûn di partiyeke Kurdî ya opozisyona hikûmetê de û propagandaya li dijî hikûmetê hatine girtin.
Li gor heman çavkaniyê, hêzên Îtilaata Îranê lêgerîn û pişkinîn li malên wan kesan jî kirine û dest bi ser hin kelûpelên her sê çiyavanên Kurd de girtine.
Kurdîstan Haberleri
AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?