Li Şengalê mayineke vedayî teqiya | Xortekî 14 salî can da

.

 Li komelgeha Tilbenat a li başûrê Şengalê, mayineke vedayî teqiya û di encamê de xortekî 14 salî can da.

Zanyarî destnîşan dikin, mayîneke paşmahiya çekdarên DAIŞê li komelgeha Tilbenat a li başûrê Şengalê teqiya û di encama bûyerê de xortekî bi navê Zeman Îdo canê xwe ji dest da.

Di van salên dawî de ji ber paşmahiyên mayînên vedayî yên DAIŞê, çendîn kes dibin qurbanî.

Di sala 2015an de di operasyoneke berfireh a hêzên Pêşmerge de, Şengal ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, lê ji ber hebûna komên çekdar, heta niha jî nekarîne hemû deran bi temamî ji mayînan paqij bikin.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?