Li Semsûrê Kuştina pezkovîyan rastî bertekan hat

Piştî ku du nêçîrvanên Amerîkî, li Semsûra Bakurê Kurdistanê du pezkovî kuştin û wêneyên wan belav kirin, ev helwesta wan rastî bertekan hat.

Navenda Nûçeyan - Du nêçîrvanên Amerîkî bi navê Michael Shaun Harris û Emieblcek Harris ji bo nêçîrê ji welatê xwe çûn bajarê Semsûrê.

Michael Shaun Harris û Emieblcek piştî ku destûra nêçîrkirinê ji Rêveberîya Parastina Sirûş û Parkên Nîştimanî wergirdgirin, derdikevin nêçîra pezkovîyan. Herdu nêçîrvan li herêmên çîyayî yên Semsûrê du pevkûvîyan dikujin piştre wêneyên xwe ligel pezkovîyên kuştî belav dikin.

Li ser medyaya civakî kuştina pevkûvîyan rastî bertekan hat.

Ji wan yek kesênku  nerazîbûna xwe li hember kuştina pezkovîyan nîşan daye, Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul e.

Parlamenterê Antalyayê Kemal Bulbul li ser hesabê xwe yê twittirê got: “Du qatilên ji Amerîkayê hatine qetliam kirine. Rêveberîya Parastina Sirûş û Parkên Nîştimanî ji bikujan re bûye alîkar û tawanbar e.”

Her sal di heyama nêçîrê de hejmareke kesên bîyanî bo nêçîrê diçin herdû bajarê Bakurê Kurdistanê Dêrsim û Semsûrê. Pêştir mehekê xelkê Dêrsîmê xwestin rê li ber grûpek ku bi mebesta nêçîrê çûbûn bajarê wan bigirin û alozî derketibûn.

Nîştecihên bajêr derbarê nêçîrvanan gilîyên xwe li alîyên peywendîdar kiribûn, lê jê ti encamek derneketibû.

Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!