Li Saziya Fermî ya Goşt û Şîrî, derî li Kemal Kiliçdaroglûyî venekirine

.

Kemal Kiliçdaroglûyî beriya niha xwestibû serdana TUIK û Wezareta Perwerdeyê bike lê dîsa derî li ber wî venekiribûn. Di vê serdanê de avakara Tevna Xizaniya Berfireh Hacer Foggo jî bi Kiliçdaroglûyî re bû.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, serdana saziya fermî ya Firotina Goşt û Şîrî kiriye. Ligel parlamenterên CHPyê, avakara Tevna Xizaniya Berfireh Hacer Foggo jî bi Kiliçdaroglûyî re çûye ber avahiya saziyê. 

Kemal Kiliçdaroglûyî beriya niha xwestibû serdana Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Wezareta Perwerdeya Netewî (MEB) bike. Çûbû ber deriyê avahiyên herdu saziyan jî lê derî li ber wî venekiribûn. 

Kiliçdaroglûyî duh di saetên êvarê de gotibû "ji bo mafê xwarin xwarinê yên zarokan biparêze û derbarê vê de bi saziyê re biaxive, wî daxwaza hevdîtinê ji saziyê kiriye lê bersiv nedane min." Kiliçdarglû îro di saetên sibê de li Enqereyê çûye ber avahiya midûriyeta giştî ya saziya navborî.

Lê çawa ku li TUIK û MEBê derî lê venekirine, li vê saziyê jî destûr nedane ku ew biçe nava avahiyê. Kiliçdaroglûyî ji ber vê rewşê, li ber avahiya midûriyeta giştî civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Saziyê di meha Adarê de bihayê goştê sor ji sedî 48 zêde kiribû. Kiliçdaroglûyî di dema civîna çapemeniyê de ev tişt rexne kiriye. 

Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçiyî duh di programa kanaleke televizyonê de gotibû, "zikê her kesî têr e." Kiliçdaroglûyî behsa vê daxuyaniyê jî kiriye û gotiye ku "Haya wezîrî ji tiştekî nîne":

“Ji ber ku ez mafên zarokan biparêzim hatime vir. Sedema min a esashi ya hatina vir ve e. Têrbûna pêwîst mafeke. Têrbûna pêwîst ji bo hemû zarokan mafeke. Pêwîste ti zarok birçî neçe nav nivînan."

Kiliçdorglûyî her weha gotiye, "Ez ji vir bang li qesrê dikim. Ger ji hezarî yekê wan dolarên dide çeteya pênc kesî, li malbatên xizan ên vî welatî xerc bikin, wê ti zarok birçî neçe nav nivînan."

Piştî Kiliçdaroglûyî Hacer Foggo axiviye û gotiye ku êdî Tirkiye ne bi xizaniyê lê bi birçîbûnê têkoşînê dike û bal kişandiye ser kêmxwariniya zarokan.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest