Li Ruhayê serwîsa karkeran wergeriya: 14 birîndar hene

Li parêzgeha Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê midîbûsa serwîsa karkeran wergeriya. Di bûyerê de 14 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, bûyer li ser rêya Ruha-Dîlokê nêzîkê Navenda Pîşesazî qewimiye. Minîbûsek dema hewl dide bikeve rêya teniştê, minîbûsa karkeran û barhilgirek lihev dikevin û minîbûs werdigere, minîbûsa din jî bi nav zeviyê ve ber bi jêr dibe.

Di bûyera trafîkê de 14 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Ji ber bûyerê, polîsê trafîkê bo demeke kurt rê li ser hatin û çûnê girt, lê piştî wesayit li ser rê hatin rakirin, careke din rê li ber hatin û çûnê hat vekirin

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?