Li Rojhilatê Kurdistanê 8 welatiyên din yên Kurd jiyana xwe ji dest dan

.

Li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 8 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin şehîdkirin.

Nasnameya kesên şehîdbûyî wiha ye:

Bane: “Mutelib Seîd Pêyro” xelkê bajarê Baneyê, “Fireydûn Ferecî” yê 28 salî û xelkê Seqizê li serhildana Baneyê de hate şehîdkirin.

Mihabad: “Kobra Şêyxe”, “Firîşte Ehmedî” dayîka 2 zarokan û xelkê Serdeştê û rûniştiya bajarê Mihabadê, “Zaniyar Ebûbekrî” yê kurê “Sultan” û “Şaho Xizrî û Îsmaîl Mewlûdî” xelkê Mihabadê.

Qesra Şîrîn: “Efşîn Aşam” 28 salî û xelkê gundê “Sorxek Sencabî” û rûniştiyê taxa “Palî Abad” a Qesrê Şîrin.

Sine: “Mihemed Şerî`etî” xelkê Sineyê.

Ew welatiyên şehîdbûyî, bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê di serhildana Kurdistanê de hatine şehîdkirin.

Çavkanî: Kurdistan Media 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin